Hinceta sirgûnkirinê ragihandina binpêkirina maf e
- 12:17 23 Mijdar 2022
- Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê 3 jinan ji ber ku li dozgeriyê binpêkirinên mafan anîne ziman hatine sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Jinan a Amedê li gel binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan, Elîf Denîz, Fatma Gul û Zelal Bîlgîn jî hatin sirgûnkirin. Malbata Elîfê ku bêyî wan agahdar bikin keça wan hat sirgûnkirin, duh der barê wê, di encama hewldanên xwe de agahdariya sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê kirine girt.
Her wiha hat zanîn ku Fatma Gul û Zelal Bîlgîn îro danê sibê saet di 04:00 de sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatine kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku sedema sirgûnkirina wan ew e ku ji dozger re binpêkirina mafan vegotine.