Cîhan Xelîl: Ev saleke Tirkiye bernameya êrişê amade dike

  • 09:07 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl derbarê êrişên dewleta tirk ên ji şeva 19’ê mehê ve li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin nêrînên xwe parve kir û got: “Ev saleke Tirkiye bernameya van êrişan dike. Wisa xuya dike ku wê ev şer dirêj jî bike. Armanca wan ji Rojava heya Bakur û Başûrê Kurdistanê xistina bin hakimiyeta xwe ye. Lewra her ku bi ser nakevin êrişên xwe dijwartir jî dikin. Ew ê bi ser nekevin.”
 
Artêşa dewleta tirk di şeva 19’ê Mijdarê de êriş bir ser Rojava, navenda bajarê Kobanê, gundên bajarê Qamişlo, Şehba, Minbic û Dirbesiyê. Di heman demê de herêmên girêdayî Zirgan, Til Rifat ku di destê Hikumeta Şamê de ye jî hedef hate girtin. Di êrişan de nûçegihanê Ajansa ANHA’yê Îsam Ebdullah di nav de wê demê herî kêm 9 sivîl hatin qetilkirin. Li Miştenûrê jî nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Ceradê birîndar bû. Bi dehan leşkerên hikumeta Şamê jî hatin qetilkirin.
 
Li gorî roportaja Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Kobanê daye Ronahî TV’yê artêşa tirk bêyî ku sivîlan, hêzên QSD’ê yan jî yên Hikumeta Şamê ji hev veqetînin êriş dikin. Êrişên di şeva 19’ê mehê de dest pê kirin wê dirêjtir berdewam bikin.
 
Şêwirmenda  Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî êrişên dewleta tirk agahî parve kir.
 
‘Êriş belavî demek berfireh dibe’
 
Cîhan bi şermezarkirina êrişên li ser navenda Kobanê, Qamişlo, Şehba, Minbic, Dirbesiyê, Til Rifat û Zirganê pêk hatine re dest bi axaftinê kir û got: “Ji salekê zêdetir e dewleta tirk amadekariyê vê êrişê dike. Di vî esasî de beriya niha jî gelek hewldanên wan çêbûn. Ji bo armancên xwe jî hemû rêbazan bi kar tînin. Demek bû bi balefirên keşfê dihatin ser herêmê. Ango bi rêya çeteyên DAÎŞ’ê êrişên nav bajêr pêk dianîn. Çend meh berê li minteqeya Hesekê li girtîgeha Sîna çeteyên DAÎŞ’ê tenzîm kiribûn ku êrişeke ji hundir de bidin destpêkirin. Ev êriş gelek xeter bû û Tirkiye li hêviya serkeftinê bû. Lê belê berxwedana hêzên leşkerî, hêzên ewlekarî yên asayîşê û di heman demê de bi berxwedana gelê me êrişa Tirkiyeyê bi destê çeteyan hat kirin, vala hate derxistin. Ew gavek bû û bernameyên cudatir hatin amadekirin. Li gel van êrişan jî êrişek derûnî ya taybet jî heye. Ji bo gelê me bidin koçberkirin yan jî rêxistina heyî tasfiye bikin çalakiyên çavtirsandinê dikin û niha jî berdewam e.”
 
‘Tirkiye di nav qeyranan de diperpite’
 
Cîhan diyar kir ku Tirkiye êrişeke qirêj dide meşandin û êrişên wan wiha şîrove kir: “Ev sal ji bo pêşeroja me hemûyan xwedî girîngiyek mezin e. Peymana Lozanê nêz dibe, hilbijartinên li Tirkiyeyê nêz in. Ji bo di van yekan de encamek baş bi dest bixin û di heman demê de di sedsala 21’emîn de jî dixwaze bi darbeyekê gelê kurd bi temamî ji holê rake. Di asta navneteweyî de qeyranên piralî mezin dibin. Navbera Rûsya û Ukraynayê de şerê heyî, lawazbûna hêza Rûsyayê, qeyranên li Lubnan, Iraq û Başûrê Kurdistanê, serhildana li navenda Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê hatiye destpêkirin hemû jî geşdanên girîng in ku Tirkiye qeyranan weke fersend dinirxîne û li dijî wê ji bo ji xwe re pay derxe di nav hewldanên mezin de ne. Sîstema xwe jî bi qeyranan bi rê ve dibe lewra li bendeye ku hemû qeyranan bihêle ji derveyî sînorên xwe. Ji bo êrişî qadên parastina medyayê dike, êrişî Rojava dike.”
 
‘Modela xweseriyê ji wan re bûye kul’
 
Cîhan eşkere kir ku armancên êrişkirina Rojava gelek in û li ser axivî: “Projeya li Rojavayê Kurdistanê ketiye meriyetê bûye tirsa desthilatdaran. Ev modela Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn jî nimûneyek sereke ye ku pêlên têkoşîna wê li her deverê belav dibe. Lê belê ji bo ruxandina vê modelê jî Tirkiye li fersendan digere. Me diyar kir ku saleke xebatê êrişê dikin û herî dawî jî li hêncetan geriyan ku êrişa xwe bînin rewşek asayî. Dewleta tirk ji her bûyerê derfetan ji xwe re ava dike. Qeyranan ava dike û ji wê qeyranê jî planek ya êrişên xwe yên qirêj derdixe. Her ku Tirkiye nagihêje armancên xwe û serkeftinê najî rêbazên xwe yên êrişê mezintir dike. Ev her ku diçe rewşeke qirêjtir jî digire. Heta em dibînin rojane li hemberî kurdan çekên kîmyewî bi kar tînin. Li kêleka binketinên xwe ji bo serkeftinekê bi dest bixe û ji bo ev bibe wesîleya serkeftina hilbijartinê jî pir alî dixebite.”
 
‘Ew nagihêjin armanca xwe’
 
Di sedsala 19-20’î de gelên Ermenî û Cûhî di komkojiyan re derbas kirin. Di sedsala 21’emîn de jî dixwazin li ser gelê Kurd û gelê herêmê komkojiyê pêk bînin. Hedefên vê pêngavê jî eşkere ne. Lê ruxmê hemû hêz û rêbazên xwe dixin mertiyetê jî nikarin li hemberî vîna gelê kurd serkeftinê bijîn. Helwestên wan yên talankirina axê û koçberiya gelê kurd wê vala were derxistin. Li ser vê talanê xeyalên Tirkiyeya nû dike. Wan xeyalan dike ku ji Helebê heya Mûsilê bixe bin hakimiyeta xwe. Lê belê çi dikin bila bikin ew ê nikaribin bigihêjin armancên xwe. ”
 
‘Taksîm hincet bû’
 
Cîhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hincetên cur bi cur xwestin talana axa me bikin. Herî dawî jî bûyera Taksîmê danîn pêşiya me. Lê belê bi her awayî bangewaziya ku têkiliya me bi bûyerê re tune hatibû kirin. Hêzên me bi tu awayî êrişî sivîlan nake. Ev cure çalakî ne li gorî exlaqê têkoşîna me ne û nayên kirin. Em lê binêrin bûyer li karê kê were sûcdar jî ew bi xwe ne. Divê em dûr neçin û li roja îroyîn temaşe bikin. Sûcdar diyar in û armanca wan jî diyar e. Di hesabên xwe de weke êrişên tolhildanê dan nîşankirin lê armanc weke em axivî gelek cudatir e. Lê belê wê ev sedsal nebe sedsala tunekirina kurdan wê bibe sedsala serkeftina me. Geşedan bi eşkere vê ronahiyê nîşanî me dide. Ev sal sala şoreşa gelan e. Em ê bi yekîtî tev bigerin. Ango wê têkoşîna me bi ser bikeve. Wê dijminên hovane tev digerin negihêjin armanca xwe.”