'Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin'

  • 16:18 22 Mijdar 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinan li qadan gotin:"Em ê bêjin jin jiyan azadî û serhildana xwe mezin bikin."
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. 
 
ÎHD'ê dane parve kir 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Zeynep Benli, da zanîn tundiya li ser jinê her roj zêde dibe û daneyên serlêdana komeleyê yên ji 1'ê Çileya 2022'yan şûnde wiha parve kir:"Tundiya di nav malê de û talûkeya jiyanê: 3, binpêkirina mafên li girtîgehan:12 Lêgerîna tazî: 2 Binçavkirinên bi neheqî: 10 Mobbing: 7, ferzkirina ajantiyê:1 zewaca di temenê biçûk de: 2, Daxwaza girtina cenazeyan: 2, Terkirina  a dema ducanî: 1, penaber: 1"
 
Zeynebê da zanîn ew dev ji Peymana Stenbolê jî bernadin û got ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin. 
 
Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Mêrsînê jî di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li ber Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mêrsînê daxuyanî da. 
 
Sekretera Jinê ya Egitim Sena Mêrsînê Duygu Taner, bal kişand ser têkoşîna jinê û got ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.