Li gundê Avgamasyayê civîna jinan pêk hat

  • 15:51 22 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA, di çarçoveya bernameyên xwe yên 25’ê Mijdarê de li gundê Avgamasyayê ya Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de hate destnîşankirin ku divê Gelê Kurd nirxên xwe li dijî polîtîkayên şerên taybet biparêzin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li gundê Avgamasyayê yê girêdayî Şirnexê civîna jinan pêk anî. Bernameyê de pankarta “Li dijî faşîzm û qetilkirina jinê, dem dema azadiya jinê ye” hate vekirin û geek jin beşdarî bernameyê bûn.
 
Bernameyê de Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ku şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Bêrîvan Kutlu axivî û di destpêka axaftina xwe de êrîşên li dijî Rojavayê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê tim deskeftiyên Kobanê û Rojava biparêzin.
 
‘Jin li dijî sîstema faşîzmê têdikoşin’
 
Bêrîvan, diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo tevahî cîhanê serîrakirina jinan a li dijî sîstema kapîtalîzm e û got: “Jin bi salan e li dijî desthîlatdar û hişmendiya mêrane rastî tundîyê tên û li ser bindestî hatiye ferzkirin. Îro berxwedan û serîrakirina xwişkên Mîrabel dibe sedema hêz û têkoşîna jinan a li dijî sîstema faşîzm. Jin ne tenê aliyê fîzîkî ve rastî tuniye tên. Ji her qadê ve keda wê tê rûxandin û bi her şiklî rastî tundiyê tên. Hişmendiya serdest a mêr newekhêviya civakê li ser jinê ferz dike. Lê jin êdî hay ji van tiştan hene û di navbera xwe de van mijaran nîqaş dikin.”
 
‘Em civaka xwe li dijî polîtîkayên şerên taybet biparêzin’
 
Hevseroka HDP’ê ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag jî axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet û diyar kir ku şerê taybet herî zêde li ser herêma Botanê tê meşandin û got: “Dewlet piştî ku nekarî bi şerê fîzîkî bi ser bikeve dest bi polîtîkayên şer ên taybet kir. Bi vê yekê ji milê xwezayî, çandî û civakî ve şerê taybet xist astek herî jor. Gava em lê dinihêrin ciwanên me dixin rêyên nebaş û hişbir û fihuşê belav dikin. Bi van polîtîkayan jinan ji nasnameyên wan a civakî dûr dixin. Şirnex jî ji bo van polîtîkayên taybet yek ji navendên herî mezin e. Hem ji milê exlaqî ve hem jî bi polîtîkayên bişaftinê ve hemû hêzên xwe li ser Şirnexê ve dimeşînin. Îsal ji bo şerê taybet ku li ser jinê tê meşandin gelek mînakên berbiçav çêbûn. Divê em van polîtîkayan bizanibin û civaka xwe ji van polîtîkayan biparêzin.”
 
Bername bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.