Gulbahar Guzel: Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dê têkoşîn bidome

  • 09:04 22 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Mîmozayê Gulbahar Guzel, bal kişand ser polîtîqayên şerê taybet ên li dijî jinê û got: “Em ê li ber xwe bidin. Heta dirûşma me ya‘Jin, jiyan, azadî’ were qebûlkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî jinên Kurd bi salan e polîtîqayên şerê taybet û zext tên meşandin. Zext û binpêkirinên ku li bajarên metropolan tên meşandin, li bajarên Kurdistanê du qatên wê tên jiyîn. Bi polîtîqayên şerê taybet ku li Kurdistanê tên meşandin di serî de jinên ciwan hedef tên girtin. Bi meşandina van polîtîqayan berê jinan didin fûhûş, bikaranîn û firotina tiryakê. Her wiha ji aliyên kesên bi ûnîforma ve tundî jî li jinan tê kirin. Ligel van hemû êrîşan têkoşîna jinan bi salan e didome. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Mîmozayê ya Mêrsînê Gulbahar Guzel, polîtîqayên şerê taybet ên li dijî jinê tên meşandin.
 
‘Dixwazin naveroka qanûna 6284’an vala bikin’
Gulbahar, bal kişand ser komkûjiya li dijî jinê ku di salên dawiyê de zêde bûye û got ev ne pirsgirêka jinê tenê pirsgirêka tevahiya civakê ye. Gulbihar, diyar kir ku ev yek tenê ji bo jinan tê ravekirin û wiha got: “Jin tên qetilkirin û tundî li wan tê kirin. Lê di her mijarê de jin heye û em ji bo vê têdikoşin. Ez jî jin im û di komeleyeke jinan de wek rêvebir dixebitim, Lê serpêhatiyên min ên gelek salan jî hene. Mixabin li welatê ku em lê dijîn, li Tirkiyeyê pergala hiqûqê ji bo jinan nayê pêkanîn. Em bi pergala edaletê ya ku ji bo îfadeya jinê li îspatê digere, lê ji bo parastina mêr li hinceta ku biparêze digere re rû bi rû ne. Hûn jî dizanin ku beriya çend salan Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê îmze kiribû, hebû. Lê ev Peymana Stenbolê bi awayek yekalî hat rakirin. Ev peymanek pir berfireh bû ku mafên jinan diparast.  Qanûna bi hejmara 6284 jî hat derxistin. Lê belê Peymana Stenbolê hat betalkirin û niha jî dixwazin naveroka qanûna 6284’an vala bikin. Ev qet nehat pêkanîn, lê ji bo me qanûnek bingehîn bû.”
 
‘Polîtîqaya bêcezahiştinê pêşiya êrîşan vekiriye’
 
Gulbahar, destnîşan kir ku bi betal kirina peymanê ve êrîş û komkûjiyên li dijî jinan jî zêde bûye û wiha domand: “Piştî betalkirina peymanê şûnde em ji kiryaran gotina ‘Tişta ku ez bixwazim dikarim bikim. Biçim 2 an jî 3 salan bimînim û derbikevim’ dibihîzin. Bi betlakirina peymanê re pêşiya tundiyê û komkûjiyan jî hat vekirin. Em ji serlêdanên ku ji me re tên kirin de vê dizanin. Ji ber ku bi awayek aşkere xuya dike. Di komcivînên ku tên lidarxistin de em wek rêxistinên jinan ku têm cem hev dibînin ku pirsgirêk li her derê heman e. Mixabin polîtîqaya bêcezakirinê rê li ber tundiya li ser jinê vekiriye.”  
 
 ‘Ji ber şer jin koçberiyê dijîn’
 
Gulbahar, li ser rewaşa Mêrsînê û ya di warê jinan de jî ev nirxandin kir: “Mêrsîn bajarekî kozmopolîtîk e. Me digot Tirkiyeya biçûk, niha em jê re dibêjin cihana biçûk. Bajarekî ku hem ji hûndir û hem jî ji derve koçê digire ye. Nava vê girseyê bi malbatên ku di salên 90’î de gundên wan hatin şewitandin û malbatên ku ji malên xwe hatin koçbekirin tijî ye. Ev koçberiyeke navxweyî ya pir girîng e. Wekî tê zanîn di van salên dawî de,  li Sûriye û bi giştî Rojhilata Navîn şerek heye û piranî malbat û jinên ku ji şer reviyane hatine vir. Mixabin wekî li hemû herêman li vir jî zewaca di temenê biçûk de, ango di bin navê qelind an jî pere de bazirganiya jinan tê kirin.  Qanûna bi hejmara 6284 ya berê heye. Ev qanûn ji bo her kesê ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn derbasdar E. Lê li Mêrsînê di aliyê hiqûqî de dozger û dadger di derbarê jinan de pir bi hêsanî biryaran didin.”
 
‘Şerekî giran qewimî’
 
Gulbahar, destnîşan kir ku pêkanîna qanûnan li gor herêman digûhere û wiha berdewam kir: “Me ev polîtîqayên şer li Cizîr, Silopî, Êlih û bajarên din ên ku Kurd lê dijîn dîtin. Sûr û Cizîrê şerekî pir giran qewimî. Li van bajaran mirov hatin şewitandin. Kesên bi unîforma ku diçûn wan malan di ser jinan re tacîz dikirin, kincên binî diavêtin holê an jî li ser dîwaran gotinên zayendperestî ên li ser jinê dinivîsandin. Em bûn şahide van hemûyan. Ev jî nîşaneya eşkere ya dewlet û mekanizmaya qanûnî ya di bin navê dewletê de ye. Hiqûqek bêalî hebe. Lê mixabin li Tirkiyeyê ji siyaset û dewletê serbixwe nîne. Li herêmê bi hêsanî dikarin vê bikin. Ji ber ku polîtîqaya bêcezakirinê heye û bi vê yekê em dîsa tên heman cihî. Ji ber vê yekê ew li gorî mirovan, Qanûn û hiqûq diguhere. Mixabin qanûna ku divê neyê gûhertin tê gûhertin.”
 
‘Ligel hemû neyîniyan dest ji têkoşînê bernadin’
 
Gulbahar, bi lêv kir ku li herêmê li ser jinê polîtîqayên şerê taybet tên meşantin û got: “Mekanîzmayek ku jin pê xwe îfade bikin tune ye û yên hebûn  jî ji destên wan hatin girtin. Ji bo vê jî em têkoşîna xwe didomînin û heta ku em bijîn em ê vê têkoşînê bidomînin. Ji ber ku em jî jin in û em nizanin sibê dê çi were serê me. Divê em werin cem hev û bi hev re piştgiriyê bikin. Em li bajarekî metropole dijîn, lê ji ber pirsgirêka li Amed, Wan û Colemergê, bi taybetî li Colemêrgê çeteyên fûhûşê gelekî zêde bûn. Em ê piştgiriya xwe ya herî baş bidomînin. Li Mêrsînê jî ji bo heman bûyerên fûhûşê serlêdana me hat kirin. Beriya her tiştî jineke ku ji ber tiryakê ber bi fûhûşê ve hat kişandin serî li me da. Gelek caran çû û gilî kir. Lê qereqolê giliyê wê jî negirtiye. Me ew xist rojeva xwe, li çapemeniyê belav kir û bi rêya parlamenterên HDP’ê jî me vê yekê li meclîsê anî ziman.  Di meclîsê de tu berambera vê tiştê tuneye lê ji ber di çapemeniyê de hat rojevê gelek baş bû. Qet nebe wek nîşandan gilî hatin girtin û doz hatin vekirin.  Lê di bin de me vê yekê de dît, bi dehan jinên bi vî rengî hene û ji tirsê naaxivin, nabêjin. Ji malbat û dewletê ditirsin. Ew ji jinan re dibêjin ku ji ber ditirsin giliyên wan tiştekî nagûherîne. Lê tevî van hemû neyîniyan jî em ê dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
‘Em her roj gavekî pêşde diçin’
 
Gulbahar, bal kişand ser polîtîqayên ku li ser bajarên Kurdan tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Ji xwe civaka Kurd bi serê xwe civakeke têkoşer e. Dema ku em li demên borî dinêrin, tevî hemû qirkirin, dûrketin û nezaniyê têkoşînek mezin heye. Ev hêviyê dide me. Têkoşîna  jinan bi taybetî jî tevgera jinên Kurd, tevgereke ku li cihanê tê qebûlkirin û rêzgirtin e. Em jin du caran bindest in. Ji ber ku hem em Kurd in û hem jî ji ber ku em jin in. Belkî jî cesareta me ji vir tê. Ew jî hêviyê dide. Ji ber vê yekê jî li dijî tiştên ku ew dikin em her roj gavekî pêş de diçin.”
 
‘Êrîşê tevgera jina Kurd dikin’
 
Gulbahar, diyar kir ku ew beriya çend salan pêşî hatiye girtin û bûyerek jiyaye û wiha behs kir: “Di dadgehê de em sê heval li cem hevdû bûn. Em ji Amedê bû, hevalekê min ji Mêrdîn û ya dinê jî ji Colemêrgê bû. Lê em li Mêrsînê dijîn. Dadger nasnameyên destên xwe nêrî û navê min anî ser ziman. Got ‘Gulbahar ji we kî ye?’ û min jî got ez im. Ji ber di nasnameyê de cihê dayîk bûme Amed dinivîsî dozger serê xwe ji min re hejand û got ‘Ez Amedê gelek baş dizanim Gulbahar.’ Ji ber tevger û dengê wê min texmîn kiribû ku dê çi bibe. Min jî got ‘yanî, hûnê bigirin.’ Li ser  vê yekê ez hatim girtin. Livir em bi pergalek hiqûqî ya ew çend pêkenok re rû bi rû ne, min xwest vê bibêjim. Ev bûyera ku min jiya gelek kesî jiyaye. Taybetî li ser jinan û bi taybetî ji ber tevgera jina Kurd bi hêz dibe zêdetir bi ser me ve tên. Bi vê armancê rê li ber tundî û komkûjiyê vedikin û mekanîzmayeke hiqûqî dimeşînin.”
 
‘Têkoşîna me dê bidome’
 
Gulbahar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Polîtîqayeke wan a bi vî rengî heye, ‘hûn vê bikin ez ê we bavêjim girtîgehê.’ Bavêje, ji xwe em di girtîgeheke vekirî de dijîn. Ger azadiya ramanê û gotinê tune be, ez ji xwe di girtîgehê de me. Ji ber vê em ji vê têkoşînê bêzar nabin. Dirûşmeya me ya bi salan  ‘jin, jiyan, azadî’ heye. Heta ku ‘jin, jiyan, azadî’ were qebûlkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”