ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 22 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Şaziye Kose der barê jinên di qada kedê de di hedefa binpêkirinê de ye axivî û da zanîn ku xizaniya jinan ya gelek zêde ye wisa carekê de sererast nabe û  balkişand ser rêyên çareseriyê.
 
*Prof.Dr. Neşe Ozgen çavdêriyên xwe yên der barê 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî de anî ziman û got di konferansê de jin çawa têdikoşin hatiye axaftin û konfederalîzma demokratîk a jinê bi coşek mezin hatiye pêşwazîkirin. DÎMEN HEYE
 
*Xizmên jinên ku hatine qetikirin axivîn û diyar kirin ku li dijî qirkirina jinan piştevanî û rêxistin gelek girîng e û banga ‘Em dest ji doza xwe bernedin’ kir.
 DÎMEN HEYE
 
*Jinên navçeya Şêrewa ya herêma EfrînÊ teqez kirin ku ruxmî êrîş û dorpêçiya ku li ser wan hatiye ferzkirin jî xeta berxwedanê hildibijêrin û dev ji ax û nasnameya xwe tu carî bernadin.  DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Mîmozayê Gulbahar Guzel, bal kişand ser polîtîqayên şerê taybet ên li dijî jinê û got: “Em ê li ber xwe bidin. Heta dirûşma me ya‘Jin, jiyan, azadî’ were qebûlkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE