Gelê Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiya

  • 15:06 21 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
KOBANÊ- Bi hezaran ji şêniyên Herêma Firatê ji bo êrîş û topbarana dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bike meşiya. 
 
Bi hezaran kes li Herêma Firatê, ji partiyên siyasî, sazî û dazgeh ji pêkhateyên Ereb û Kurd d ibin dirûşma “Êrîşên we nikarin berxwedana me bişkînin” li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girsyeî pêk anîn. Di meşê de wêneyên kesên ku di topbarana li ser bajarê Dêrîkê yê Herêma Cizîrê hatibû kirin de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin.  Meşê bi berzkirina diruşmên "Berxwedana jiyan e" ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada şehîd Egîd rawestiya. 
 
Li qada şehîd Egîd cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hatin bîranîn. Piştre hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî û wiha got: "Zarokên me li eniyên xwe li ber xwe didin em jî wek zarokên xwe bi meş û çalakiyên xwe  li ber xwe didin. Ev ne cara yekeme ku dewleta Tirk êrîşî me dike. Lê heta niha di aliyê qanûnî de dewletên gerentor bê dengin ji qirêjiyên dewleta tirk re. Lê em gelê Kurd ji aliyê siyasî, dîplomasî  û leşkerî de her dem amade û hêza me roj bi roj zêdetir dibe. Em piştA xwe bi tu kesî qewîn nakin.  Em pişta xwe bi gelê xwe qewîn dikin û em ê bibin yek. Dibêjim serê hemû kurdan sax be û bi taybet serê gelê Cezîrê  sax be."   
 
Meş bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.