Meclîsa Civaka Ermenî: Li dijî êrişan em li gel QSD'ê disekinin

  • 13:36 21 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Civaka Ermenî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişên dewleta Tirk bînin.
 
Meclisa Civaka Ermenî êrişên dewleta Tirk û tevkariya Amerîkayê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin û destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrişan bi QSD'ê re ne.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên rojane yên hêzên dewleta Tirk ên li dijî mirovan û jîngehê kerasetên mirovî, ekolojîk û jiyanî pêk tînin û hate diyarkirin ku bi hezaran mirov koçber dibin.
 
Meclisê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got ev “êrişên barbarî û derexlaqî yên Osmaniyan” zirarê didin mal û milkên giştî û taybet, binesaziyê xerab dikin û hate gotin: "Em meclis û pêkhateya Ermen li dijî êrişên dagirkeriyê di heman eniyê de li gel QSD'ê disekinin, ji ber ku hêzên rewa yên parastina herêmê ne."
 
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên hovane yên Tirkiyê yên li ser herêmên me, şerê qirkirina tevahî gelên herêmê ne. Ev êriş bi heman zîhniyeta tarî ya Osmaniyan têne kirin ku milyonek û nîv Ermen qir kirin. Di heman demê de êriş di qirkirina gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan dewam dike."
 
Meclisa Civaka Ermenî bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, dadgeha sûcên şer û cîhanê kir û diyar kir: "Qirkirina plankirî ya ku ji gelek salan ve rojane li dijî svîlan têne kirin rawestînin. Di encama êrişan gelên herêmê koçber dibin, tên qetilkirin û di êrişan de çekên kîmyewî û hemû cureyan çekan tên bikaranîn."
 
Meclisê helwesta Amerîkayê ya bi dewleta Tirk re hevkar e, şermezar kir. Her wiha bal kişand ser berxwedana QSD'ê û got QSD'ê herêm ji DAIŞ'ê rizgar kir, xewna Erdogan û projeya wî ya xwînrêj têk bir.
 
Meclisê di dawiyê de wiha got: "Em sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavên cîhana bêdeng û lal pêk tîne, şermezar dikin. Em bang li NY'yê, rêxistinên mafên mirovan û Dadgeha Lahayê ya taybet bi darizandina sûcdarên şer dikin destwerdanê bike û bi rola xwe ya mirovî û exlaqî rabin û dawî li van êrişên barbarî bînin û rejîma Tirkiyê bidarizînin."