Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin

  • 13:24 21 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Derbarê Parêzer Aryen Tûran a endama OHD’ê ku ji ber axaftina xwe di kongreya Baroya Îzmîrê de hatibû binçavkirin û berdan, de îdianame hat amadekirin. 
 
Parêzer Aryen Tûran a endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê, di kongreya Baroya Îzmîrê de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û qetilkirina Jîna Emînî û binpêkirinên li girtîgehan axivîbû. Piştre hedef hat nîşandan û li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû hatibû berdan. Serdozgeriyê ji ber axaftina Aryen bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir. 
 
Îdianame ji aliyê 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil a dozê dê di 16’ê sibata 2023’yan de bê li darxistin.