Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên li ser Rojava, meşiyan
- 12:28 21 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi meşekê şermezar kirin.
Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi meşekê şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna xelkê herêmê û endamên saziyên civaka sivîl li navçeya Kesradanê pêk hat. Meşê li navbera rêya Kesradan û Tebqayê dest pê kir.
Bi navê Meclîsa Gel a Kesradanê Ehmed Hemûd axivî. Ehmed di serî de êrîş şermezar kir û bal kişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê. Her wiha qala rola van hêzan a li êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.
Ehmed anî ziman ku êrîşên Tirkiye ji ber zeîfiya wê ye û bi van êrîşan dixwazin vê yekê binixumînin.
Piştî axaftinan meş bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.