Wê şêniyên Silêmaniyê li dijî êrişan dakevin qadan
- 12:24 21 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistan û qadên parastinê yên medyayê wê şêniyên Silêmaniyê dakevin qadan.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê li çar aliyên cîhanê Kurd tevî dostên xwe dadikevin qadan û nerazîbûnê nîşan didin.
Li Silêmaniyeyê wê bi dema herêmî saet di 15:30'an de bi vê armancê meşeke girseyî bê lidarxistin.
Meş wê ji Parka Azadî dest pê bike û bi pêşengiya Tevgera Azadî û Înîsiyatîfa Gel pêk were.