Prof. Karîane Westrheîm: Ocalan kabûsê mezin ê Erdogan e

  • 09:01 21 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Seroka EUDCC û li zanîngeha Bergen Profesor e Karîane Westrheîm bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî yê Tirkiyeyê pêk anîn û polîtîka tecrîdê da û got: “Şerê herî mezin li Îmraliyê ye. Divê Abdullah Ocalan niha bê berdan û ji bo aştî û demorkasiya li Tirkiyeyê piştgiriyê bide.”
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember herêma Zap, Metîna, Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de êrîş da destpêkirin û di ser re 7 meh derbas bûn. Di vê pêvajoyê de bikaranîna çekên kîmyewî jî ji rojevê de neket. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) ji 14’ê nîsanê heta niha ji 2 hezarî zêdetir çekên kîmyewî û bombeyên qedexe hatine bikaranîn. 
 
Ji  bo lêkolîna mijarê hem ji herêmê hem jî qada navnetewî gelek kesî bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin. Di 18’ê cotmehê de ku dîmenên endamên YJA STAR û HDG’iyan bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin derket şûnde ji her derê gel daket kolanan û gotin ev sûcê mirovahiyê ye û divê heyetên serbixwe mijarê lêkolîn bikin.
 
Parlamentoya Iraqê ket tevgerê
 
Li ser zextan Parlamentoya Iraqê rojên borî mijar anî rojevê û biryara avakirina komîsyonê da. Komîsyona ku wê ji wezareta parastin, komîsyona parastin û asayîşê ya parlamentoya Iraqê û wezareta karên derve nûner tê de cih bigirin, tê payîn ku wê lêkolînan bikin.
 
NY bê deng e
 
 Di 16’ê Gulanê de bi pêşengiya Kongre Stara 75 rêxistinên jinan ji bo Sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistinên Jinan, bi armanca êrîşên li Başûrê Kurdistan, Şengal, Bakur û Rojavayê Sûriyeyê û Mexmurê bên lêkolînkirin name şandibûn. Her wiha der barê mijarê de li her derê cîhanê bertek û çalakî pêk tên. Lê NY tevî her tiştî bêdengiya xwe didomîne.
 
Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya NY’ê (EUDCC) û li zanîngeha Bergan profesor Karîane Westrheîm ku îmze avêtibûn nameyê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Gerîla hebûna xwe diparêze’
 
Karîane got li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê hatine bikaranîn li her derê çalakî pêk hatine û got: “Me şahidiya dîmenên bi xof ku gerîla bi gaza jehrî hatine qetilkirin kir. Ev sûc ji aliyê xebatkarên edlî û tenduristî ve hatine lêkolînkirin û hatine raporkirin. Stratejiya Tirkiyeyê ev e ku gerîla ji çiyan bi gazê tune bike. Heta cihekî bi ser ketin. Di encama vê stratejiya çavsor de gelek gerîla hatin qetilkirin. Lê cihê kêfxweşiyê ye ku hîna gerîla hebûna xwe diparêzin. Lê mixabin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hîna ekîb der barê lêkolînê de neaniye gel hev.”
 
‘Divê bangên ji bo OPCW bidomin’
 
Karîane balkişand ser xalên peymanê û wiha daxuyand: “Xala yekem bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike. Her dewletek alîgir piştî beyana çekên kîmyewî şûnde  li gorî peymanê divê raporê amade bike.  Lê Tirkiye  berovajî vê çekên kîmyewî pêş dixe û bi kar tîne. Bangên rêxistinên Kurdan û jinan ji bo NY û OPCW’ê gelek girîngin. Di rewşa bersivek neyê girtin de divê ev hewldan bidomin. Tevgera Kurd bi awayekî girîng ji aliyê jinan ve tê pêşketin. Ji ber vê hewldanên wisa bi nirxin. Divê zêdetir bertek nîşan bidin. Di rewşa bêdengî hebe de divê bertek bidomin.”
 
‘NY sûcên mirovahiyê yên Tirkiyeyê qebûl dike’
 
Karîane ev tişt daxuyand: “Berpirsyariya yekem a Konseya Ewlehiya NY’ê pêkanîna ewlehî û aştiya navneteweyî ye. Lijneya giştî û sekreterê giştî, ofîsên din yên NY’ê û organên din bi hev re xwedî rolek girîngin.  NY li dijî texrîbata li Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê bêdenge. Sedema vê ne cehalete, ya rast hemû jî vê dibînin û baş dizanin. Lê ya herî zêde mirovan diêşîne eve ku nakevin tevgerê. NY sûcên mirovahiyê yên Tirkiyeyê qebûl dike û Erdogan dizene ku piştgiriyê digire. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmewî gelek girîngin. Di civaka Tirk de muxalefet qels e. Kurd di alî parastina xwe de tenê tên dîtin. Lê Dr. Şebnem Korur Fîncanci  li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nêrînên xwe tîne ziman.  Piştî vê jî Şebnem hedef hat girtin û hat girtin. Gelê Kurd û gelên Cîhanê bi Şebnemê re ketin piştevaniyek mezin.”
 
‘Ocalan kabusa mezin a Erdogane’
 
Karîane balkişand sre tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha daxuyand: “Kurd Serokên xwe tu car wê feda nekin. Erdogan jî vê baş dizane. Ji ber vê Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ocalan kabusê herî mezin a Erdogan e. Divê Abdullah Ocalan niha demildest bê berdan û azadiya fîzîkî pêk bê. Divê her kes êrîşên Tirkiyeyê bi dengekî bilind şermezar bike."