ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 21 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Seroka EUDCC û li zanîngeha Bergen Profesor e Karîane Westrheîm bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî yê Tirkiyeyê pêk anîn û polîtîka tecrîdê da û got: “Şerê herî mezin li Îmraliyê ye. Divê Abdullah Ocalan niha bê berdan û ji bo aştî û demorkasiya li Tirkiyeyê piştgiriyê bide.”
 
*Jinên Îzmîrî diyar kirin ku wê di 25’ê Mijdarê de girîngiya parastina cewherî li qadan bînin ziman û gotin berxwedana ji Xwişkên Mîrabal heta Jîna Emînî hatiye, wê mezin bikin.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan der barê 25’ê Mijdarê de axivî û got: “Çi dibe bila bibe jin wê li qadan bin. Em tevgera jinan di 25’ê Mijdarê de em ê bi fikr, ruh îrada jinê li kolanan bin.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji jinên li dijî krîza aborî têdikoşe jina bi navê Berîvan Şahîn e. Berîvan di atolyeya xwe de xişirên kevn û xerabe ji nûve çêdike û hem pê debarê dike hem jî çanda xwe dide jiyîn. DÎMEN HEYE
 
*Nûçegîhana Mornîng Star ya di qadên pirsgirêkên penaber, mafê mirovan û penaberiyê de dinivîse  Bethany Rîelly wiha got: “Li gorî rêya sedsala jinê bi têkoşîna yekbûyî pêkan e.” DÎMEN HEYE