Di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî hat bîranîn

  • 19:58 20 Mijdar 2022
  • Rojane
AMED - DAKAP'ê ber bi erîfeya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundîya li ser Jinê ve  di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de hemû jinên hatine qetilkirin bibîranîn. 
 
Ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundîya li ser Jinê  ve Platforma Jinan ya Dîcle Amedê (DAKAP) di kesayeta Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin hemû jinên hatine qetilkirin bibîranîn. Pêkhateyên Platformê beşdarî bîranînê bûn. 
 
Wêneyên Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel hate rakirin. Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtinê re destpêkir û Sînevîzyona jiyana Nagîhan Akarsel vedibêje hate temaşekirin. Piştî wê Endamên rêveberîya weşanê ya Jinolojiyê  Rojda Yildiz û Sozan Akîpa qala Nagîhan Akarsel kirin. 
 
'Em qetilkaran nas dikin'
 
Rojda Yildiz Axaftina vekirinê kir û got: "Piştî Di erîfeya 25'ê Mijdarê de, bi armanca bîranîna Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel  û hemû jinên hatine qetilkirin em li vir civiyan. Cih cuda ne lê qetilkar heman û armanca wan ji heman e. Lewra bi Şahadet xwe re jî wan jinan serhildan ava kirin. Bûn ronahî ji bo hemû jinan."
 
'Em xwedî li pênûsa Nagîhan derdikevin' 
 
Endama Jinolojiyê Sozan jî bi van gotinan Nagîhan bibîranî:" Rû bi rû min Nagihan nas nekir lê belê bi xebatên wê yê serkeftî re me  wê nas dikir. Yek ji hevalên di warê têkoşîna jinê û bi taybetî Jinolojiyê de xwedî kedek mezin e. Tê zanîn li Başûrê Kurdistanê vê xebatên xwe berfireh da meşandin. Mîrateyek mezin ji me hemûyan re hişt. Bê gumane ku em ê pênûsa wê li erdê nehêlin û em ê bi awayekî layiq xwedî lê derbikevin. Em qetilkaran baş nas dikin. Hişmendiya Jîna Emînî, Nagihan Akarsel qetilkir û di şevek dereng de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirî heman hişmendîye."
 
'Îro roja yekîtiyê ye' 
 
Gulistan Atasoy jî Nagihan Akarsel bibîranî û bi van gotinan berdewam kir:" Bi pêşengiya dirûşmeya  Jîn Jiyan Azadî re torek ya serhildanê ku ji Rojava heya Rojhilatê Kurdistanê dirêj dibe heye. Lewra îqtidara faşîst ya AKP'ê ku binketinek mezin dijî êrîşî vê destkeftiyan jinan û ya gelê kurd dike. Ev êrîş ne tenê li ser Rojava li ser nasnameya hemû gelê kurd, li dijî nasnameya azad ya jinê ye. Îro pêwîst e bi awayek herî hêz em serkeftina jinê ya li Kobanê bibîrbînin û dubare piştevanîya xwe diyar bikin. Divê em serhildana di pêşengiya jinê de bilind dibe himbêz bikin." Gulîstan herî dawî bi peyama yekîtiyê re dawî li axaftina xwe anî.