Pirsgirêkên xwe nîqaşkirin

  • 19:36 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Artukluyê di çarçoeya bernameya 25’ê Mijdarê de pirsgirêkên jinan hat nîqaşkirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Platforma Jinan a Şahmaranê bi boneya 25'ê Mijdarê li taxa Misûriyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê bi jinan re civiyan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar û endamên HDP, aktîvîstên TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê di civînê de cih girtin û şêniyên taxê tev li civînê bûn û pirsgirêkên jinan û civakê hatin gotûbêjkirin. Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê, di derheqê “penceşêra pêsirê” de jî hin agahiyên tendirûstiyê bi jinan re parvekirin.
 
Li her qadê pirsgirêk hene
 
Parlamenter Pero Dundar, di civînê de axaft û bal kişand ser pisgirêkên jinan û wiha got: “Reng û dengê tundiya li ser jinê tune ye. Li her qadê heman pirsgirêk hene. Jinên ku li ber xwe bidin li kî derê bin bila bibin bi tundiyê re rûbirû dimînin. Tundî ji hêla bav, bira, hevjîn û dewletê ve pêk tê. Tundiya herî mezin jî dewlet dikin. Ji ber ku zilam û dewlet bi hev re girêdayî ne. Di nava qanûnên dewletê de jî mafên jinan tune ye.”
 
Li dijî êrîşan bertek
 
Pero, bal kişand ser êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Em ji ber êrişan duh ranezan. Dîsa dewletê bi hêza dewletên der ve hilgirtin pişt xwe û êrişekî kûr dan destpêkirin. Ev êriş li dijî şoreşa jinê ya li Rojava ye.”
 
Pero,  têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî jî axivî û wiha got: “Bi kar anîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê yê herî mezin e. Pêwîste em li dijî vê yekê bisekinin. Bi kar anîna çekên kîmyewî li her derê qedexeye lê li dijî gelê kurd ne qedexe ye. Ji bo tendirûstiyê jî bi kar anîn gelek xetere ye.”
 
Bername, bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.