TJK-E’ê: Kurdistanê biparêzin

  • 14:39 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, ji bo “Parastina Kurdistanê” bang li tevahî Kurdistanî û hemû kesên ku aligirê mirovahiyê ne kir.
 
TJKE’ê bi daxuyaniyekR nivîskî got: “Dewleta Tirkt ku hewl dide xitimandin û bêçaretiya xwe binixumîne, ji şevîdin ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Şehba, Kobanê, Zirgan, Dêrik û Qendîlê hewl dide krîza siyaseta xwe ya hundir veşêre. Ev êrîş bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide.”
 
Berdewama daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Dewleta Tirk asê maye. Ji ber ku gelê Kurd û dostên wan li kolanan her roj zêdetir rûyên wan ên qirêj eşkere dikin. Ji bo vala derxistina van êrîşan ne sibê divê em îro bikevin tevgerê. Gelê me divê bizane ku dibe ku sibê pir dereng be.
 
Armanca bingehîn ya van êrîşên dagirkeriyê ên li ser Rojava tinekirina gelê Kurd e. Her kes divê li hemberî vê zîhniyeta hov seferber bibe. Parastina Rojava ya ku bi xwîna bi hezaran gerîlayan hat rizga kirin û DAÎŞ’ê têk bir, erka mirovahiyê ye. Ev di heman demê de parastina şoreşa jinê ye. Ev parastina axa ku lê “Jin, Jiyan, Azadî” hat afirandin e. 
 
Em hêzên navneteweyî yên qada hewayî ji dewleta Tirk re vekirine şermezar dikin. Ew jî berpirsê her windahiyan e. Em jin rê nedin van êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk.
 
Em TJK-E’ê di serî de jin, bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û hemû kesên ku aligirê mirovahiyê ne dikin ku Kurdistanê biparêzin.“