Li dijî êrîşan xelkên Efrîn û Şehbayê li ser piyan e

  • 13:57 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyên Efrîn û Şehba herikîn qadan.
 
RêveberiyaXweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê bi dirûşma "Dewleta tirk terorê dike û piştgirî didiyê" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrîn meşek awarte li kantona Şehbay li darxist. Di meşê de bi sedan welatiyên ji Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Meş ji dibistana Mûşat a navçeya Fafînê ya Şehbayê heta qada Ajovaniyê ya li navçeyê bi hildana wêneyên komkujiyên ku dewleta tirk pêk anîne û bi dirûşman berdewam kir.
 
'Sekina gel planên dijmin têk dibe'
 
Piştî ku çalakvan gîhaştin qadê rawestiyan. Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Efrîn Bekir Elo axivî û got: "Dewleta tirk bi serkêşiya AKP-MHP'ê di sedsala 21'emîn de gelek hewilda ku bi rêya êrîşên  derbasîa xaka Rojava bibE û wê dagir bikE. Di enacam berxwedana gelan, hevgirtin û sekina gelan de dewleta tirk neghêşt armanca xwe.  Em ê tu carî xewin û xeyalên wan pêk nînin ji ber ku gel bi fikir û felsefeya Netewa Demokratîk tev digerin û xwe bi rêxistin kirin. Em êrîşên ku seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedefa xwe şermezar dikin."
 
Meş bi diruşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû