Dewleta Tirk êrîş kir: herî kêm 12 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 13:10 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk duh bişev li Rojavayê Kurdistanê bi balafiran komkujî kir. Herî kêm 12 kes hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn.
 
Balafirên dewleta Tirk duh bişev herêmên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê bombebaran kirin. Di bombebaranan de dîsa welatî bûn qurbanî. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî bûn hedef.
 
Dêrik
 
Di êrîşa li Dêrikê de li gundê Teqil Betil wesayitek hate bombekirin. Di vê êrîşê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê şêniyan xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî şênî bombebaran kirin. Di encama bombebarana duyemîn de 7 kesî jiyana xwe ji est da û 3 kes ji birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de nûçegîhanê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah jî heye.
 
Zîrgan
 
Balafiran gundê Til Hermel ê li Bakurê Zirganê û embarên genim ê gundê Dehir El Ereb ku li bakur rojhilatê Zirganê bombebaran kirin.  Di bombebaranan de 3 kesî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Di heman bombebaranê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jî mirin, 5 jî birîndar bûn.
 
Girê Spî
 
Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Qizelî yê li rojavayê Girê Spî bû hedefa bombeyan. Di êrîşê de leşkerekî hikumeta Şamê mir, 2 jî birîndar bûn.
 
Kobanê
 
Rêya Cerablus û Daristana Kobanê yên li rojavayê bajêr, taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê li rojhilatê bajar û Girê Miştenûr hatin bombebarankirin. Her wiha îro saet derdora 09.30’an balafiran careke din gire Miştenûr bombebaran kir.
 
Di bombaranê de nûçegîhanê Stêrk Tv Mihemed Ceradê ku dixwest êrîşan bişopîne, birîndar bû.
 
Şehba
 
Balafiran duh bişev gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku noqteya hêzên hikumeta Şamê lê ne, bombebaran kir. Di êrîşê de 10 leşkerên hikumeta Şamê jmirin, 5 jî birîndar bûn. Ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafiran didome, agahiyên zelaltir nehatine bidestxistin. Tê gotin ku dibe hejmara leşkerên hatine kuştin zêdetir be.
 
Li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgera balafirên keşfê yên bi çek û yên şer didome.