Li dijî êrîşan bertek zêde dibin

  • 12:45 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - ESP û HDK'ê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser rojava û başûrê Kurdistanê dan û gotin, " Tirkiye sûcê şer dike.
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mehan e Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî ‘sûcê şer’ dike û wiha hat gotin: "Artêşa tirk a mêtinger ku nekarî bi pêş bikeve, vê carê berê xwe da Rojava.”
 
'Rejîmê li Taksîmê êrîş pêk anî'
 
Bi domdarî di daxuyaniya ESP'ê de wiha hat gotin: “Rejîma qesrê tevî ku li ber deriyên hêzên emperyalîst tê û diçe jî nekarî ji bo dagirkirkeriya xwe destûrê bigire. Rejîm ji bo ku ji xwe re hinceta dagirkirinê ava bike jî êrişa Taksîmê pêk anî û vê carê jî êriş ma di destê wan de. Ji bilî girseya wan, kesekî ji vê êrişê bawer nekir û plana wan jî neçû serî. Rejîm ji bo ku xwe ji tengasiya dijî derxe, êrişên hewayî pêk anî. Êriş, bi êrişkariya berfireh a dewleta Îranê ku li dijî gelê Rojhilat û Mahabadê dimeşîne heman demê de pêk hat. Ev yek wek ‘biratiya dagirkeriyê’ tê pênasekirin. Îxtîmala ku êrişên hewayî dê veguhere êrişeke bejahî jî girêdayî sekna gelê me ya li dijî dagirkeriyê ye. Di serî de em wek pêkhateyên Eniya Ked û Azadiyê, tevgera kedkar a çep dê mafê xwe yê hebûnê bi çalakbûna li dijî van êrişan bi dest bixe. Roj roja wê ye ku li dijî van êrişan em bibin barîkat û bi ruhê Kobanê rabin ser pêyan. Dagirker dê têk biçin, gelên li ber xwe didin dê bi ser bikevin!” 
 
HDK: Kobanê rûmete em ê biparêzin  
 
Kongraya Demokratîk a Gelan (HDK) jî têkildarî êrişên hewayî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşan da û ev peyam da: "Di saetên nîva şevê de agahiya bombebarankirina Kobanê ji hêla balafirên artêşa tirk ve hat.  Ev êrişa Kobanê ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên gerdûnî parastiye hatiye kirin, li dijî mirovahiyê hatiye kirin e û ji bilî zindîkirina DAIŞ’ê, xwedî tu armancên din nîne. Kobanê rûmet e, me parast, em ê biparêzin!”