Li dijî êrîşên dewleta Tirk bertek: Em serî natewînin

  • 12:24 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rohhilatê Sûriyeyê ku ji şevîdin ve berdewam dikin, li gelek navendên Ewropa kurd û dostên wan daketin qadan û êrîş şermezar kirin  
 
Balafirên artêşa tirk duh di derengiya şevê de di serî de Kobanê, gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran kir.  Di encama bombebaranê de yek jê rojnameger bi giştî 9 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Li dijî van êrîşan bertekên kurd û dostên wan li gelek deveran her ku diçe zêde dibin. 
 
KNK'ê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya NY, YE û DYE'yê wê were wateya qebûlkirina berpirsyariya encamên terora dewleta Tirk.
 
Ji KNK'ê bertek
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek weşand û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bêyî erêkirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê nikare van êrîşan bike û hate gotin, "Eger Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê li dijî vî şerê neqanûnî ye, divê endamên vê koalîsyonê bi rêyên aborî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî zextê li Tirkiyeyê bikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Di rewşeke berevajî de wê berpirsyariya encamên terora dewletê ya Tirkiyeyê ya li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin ser milê xwe.
 
Ji ber vê yekê Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) dikin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî yên ji bo hevkarên xwe bi cih bînin."
 
Kurd li Elamanyayê daketin qadan
 
Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg û Dusseldorfê yên Elmanyayê dimînin, bi bihîstina êrîşê re daketin qadan. Girseya gel alên kesk, sor û zer hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Bijî berxfwedana gerîla" qîriyan.
 
Yek ji cihên ku çalakiya şermezarkirinê lê hate lidarxistin, bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bû. Bi banga KCDK-E'yê bi dehan Kurdistanî daketin qadan û li ber strasyona trenê li hev kom bûn. Girseya gel kete hundirê stasyonê û dirûşmên "Bijî Rojava", "Rojava bi tenê nîne", "Kujer Erdogan" qîriya.
 
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî Kurdistanî ji bo şermezarkirina faşîzma dewleta Tirk daketin qadan.
 
Li dijî bombardûman dewleta Tirk  bi balafirên şer a li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Hambûrgê jî gel dakete qadan. Bi navê girseya gel Emîn Alûç daxuyanî da û diyar kir ku rejîma kujer a AKP-MHP'ê bi zanebûn êrîşî sivîlan dike. Alûç got, "Dewleta Tirk a faşîst îro êrîşî Rojava dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev êrîşa dagirkeriyê ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd e. Ji bo xwedîderketina li xak û destketiyên xwe em bang li gelê xwe dikin ku li her derê dakevin qadan. Li her derê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin."
 
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên hewayî hatin şermezarkirin. Girseya gel nîvê şevê li ber strasyona trenê li hev civiya û xwedî li Rojava derket. Kurdistaniyan bi bîr xistin ku dewleta Tirk bi 14 balafiran êrîşî Rojava kir û destnîşan kir ku çawa li hemberî gerîla têk çûn wê li Rojava jî têk biçin." Çalakî bi dirûşmên "Bijî Rojava", "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan" bi dawî bû.
 
Swîsre
 
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a hate nîşandan. Kurdistanî nîvê şevê daketin qadan û meşek li dar xistin. Di çalakiyê de ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan, ji bo teşhîrkirina êrîşê dirûşm hatin qîrîn. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ercan Guneş daxuyaniyek da û got, "Heta ku êrîş biqedin em ê li qadan bin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin." Ji bo meşa îro ya li Zurîchê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
 
Herwiha li Kantona Bernê ya Swîsreyê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan. Di çalakiyê de ku li ber strasyona Bernê pêk hat alên YPG û KCK'ê hatin hildan. Anarşîstên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerê PYD'ê Abbas Omer li çalakiyê axivî û anî ziman ku bêyî piştgiriya navneteweyî dewleta Tirk nikare van êrîşan bike û yekane rêya şikandina êrîşan jî berxwedan e. Hevserokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen piştre axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk mehkûm e ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd winda bike. Piştî axaftinan girseya gel ber bi parlamenta Swîsreyê û dûre jî ber bi stasyona Bernê ve meşiya. Piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan ji qadê belav bû.
 
 
Awusturya
 
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi dehan Kurdistanî tevî komên enternasyonalîst li ber Parlamentoya Awûstûryayê li hev civiyan û bi dirûşman êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo çalakiyên îro yên li Viyana, Înnsbrûck û Grazê jî banga tevlîbûnê kirin.
 
Fransa
 
Li banliyoyên paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Mantes la Jolîe, Lorîent, Reîms û Rennesê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.