Dewleta Tirk li Dêrikê komkujî kir: 9 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 11:21 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk doh bi şev bi balafiran li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê komkujî kir. Di encamê de 9 kesî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da nûçegihanê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah e.
 
Dewleta Tirk doh bişev bi balafiran êrîş bir ser herêmên Kobanê, Şehba, Zirganê û Dêrikê. Li gundê Teqil Betil ê Dêrikê bombe li wesayitekê hate barandin.
Di vê êrîşê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê şêniyên herêmê xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî bombe li xelkê kombûyî bombebarandin.
 
Di encama bombebaranê de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de nûçegihanê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah jî heye.