ROJEVA 18'Ê MIDARA 2022'YAN

  • 09:00 18 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Jinên Şirnexê derbarê 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê axivîn û diyar kirin ku heke jin li her derê xwe bi rêxistin biki dê tu hêz nikaribe têkoşîna wan têk bibe. DÎMEN HEYE
 
*Midûra Karê Nivîsan a MA'yê  Dîren Yurtsever a li girtîgeha Jinana Sîncanê girtî ye diyar kir ku li dijî îşkenceya di bin çavan de  hêza Tirk li îradeya gelê Kurd qelibiye.
 
*Pervîn Buldan da zanîn ku ji bo jin tevli siyasetê bibin, li ser piyên xwe bisekinin, gotina xwe bêjin, rengê xwe diyar bikin, parastina xwe pêk bînin bedelên mezin didin û dema vê dikin jî hem bi lînça desthilatdariyê re hem bi zext û şîdetê re tên rû hev. Pervînê da zanîn ku tevî hemû êrîşan bêyî tavîzê bidin têdikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Pero Dundar da zanîn ku teqîna li Taksîmê kumpasa ji bo êrîşa li hember Rojava pêk hatiye û wiha daxuyand: "Bûyera li Stenbolê tam kumpas û komplo bû. Komployek amade kir û ev di destê wan de teqiya. Senaryo nivîsin lê şaş nivîsin."
DÎMEN HEYE