Rapora MKG'ê: Tundiya li ser jinên rojnameger dewam kir

  • 13:06 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê ya MKG'ê de hat diyarkirin ku di meha îlonê de jî gefxwarin û tundiya li ser jinên rojnameger dewam kir û niha 7 jinên rojnameger girtî ne. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê eşkere kir. Li gor raporê jinên rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirinên li ser medyaya dîjîtal gef li wan hatine xwarin, bi ser mala wan de hatine girtin û darizandina jinên rojnameger di meha îlonê de jî dewam kiriye. 
 
Dewamiya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê ya MKG'ê wiha ye:
 
"Şerê taybet gur dibe, zextên li ser jinên rojnameger zêde dibin 
 
Zext û gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê her roj zêde dibin û di kûrbûna xizanî, polîtîkayên şer de rola van zextan zêde ye. Dîsa yên herî zêde dibin hedef jin in. Jinên rojnameger ji ber nûçeyên xwe her tim bi zexta darazê rû bi rû dimînin. Her wiha li qadê jî bi astengiyên leşker, polîs û çeteyan rû bi rû dimînin. 
 
Binpêkirina mafên di meha îlonê de nîşanî me dide ku zextên sîstematîk ên li dijî jinên rojnameger, gefxwarina li azadiya çapemeniyê çiqasî cidî ne. 
 
Binpêkirina mafên jinên rojnameger: Bûyerên derketin pêş
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber nûçeya fuhuş û hişbirê ya li Colemêrgê çêkir bû hedef. Ev mînakek herî balkêş a binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê bû. Rabîa Onver ji ber ku faliyetên fuhuş û hişbirê yên çeteyan derxist holê polîsan bi ser mala wê de girtin. Vê nûçeyê tiştên ku her kes dizanin lê cesaret nakin bibêjin bi raya giştî re parve kir. Bi vê nûçeyê Rabîa bi awayekî kêfî bû hedef. Ev yek jî pîvana zextên sîstematîk nîşan dide. 
 
Li gel vêya rojnameger Melev Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglu ji ber nûçeyên çêkirine derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber nûçeyên şewatê û parvekirinên medyaya dîjîtal ji bo îfadeyê bangî Medîneyê hat kirin. Jinên rojnameger pîşeya xwe îcra dikin lê belê li gel vê yekê jî bi zextan rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo azadiya çapemeniyê gefxwarineke cidî ye. 
 
Gefxwarin û Tundiya li ser jinên rojnameger 
 
Jinên rojnameger ne tenê di pêvajoyên edlî de di heman demê de li qadê jî bi tundiya gotinê, bi tundiya derûnî û fîzîkî ya polîsan rû bi rû dimînin. Nûçegîhana TV100 Canan Altintaş, ji ber cenazeyê Narîn Guran kir nûçe êrişa fîzîkî lê hat kirin her wiha gef lê hat xwarin. Vê bûyerê zehmetiya xebatê ya li qadan a jinên rojnameger dîsa raxist pêş çavan. 
 
Mînakek dinê jî ev e, nûçegîhana Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê Lutfiye Burcu Kara li Îzmîrê bi serdegirtina mala xwe ya serê sibehê hat binçavkirin. Ev bûyer radeya zextên li ser jinên rojnameger a sîstematîk nîşan dide. 
 
Nivîskara Rojnameya Karar, Elîf Çakir ji ber tespîta nasnameya şaş hat binçavkirin û piştre hat berdan. Ev bûyer nîşan dide ku jin ne tenê li qadan di pêvajoyên edlî de jî bi sepanên kêfî rû bi rû dimînin. 
 
Peywira rojnamegeran: Derxistina holê ya rastiyan 
 
Peywira eslî ya rojnamegeran ew e ku rastiyan derxin holê. Lê belê di serdema hukumeta AKP'ê de me dît ku daraz azadiya çapemeniyê tune dihesibîne û rojnamegeran dike hedef. Ev jî peywira rojnamegeran dijwar dike. Jinên rojnameger bi qasî qadan li ser platformên dîjîtal jî her tim bi sansur, gefxwarin û zextan rû bi rû dimînin. 
 
Tevî hemû zextan rojnameger biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin. Her çiqas zextên îktidarê û daraza bi wê girêdayî zêde dibin jî cehda derxistina holê ya heqîqetê ya rojnamegeran hîn bi hêz dibe. Biryardariya jinên rojnameger û xebatkarên çapemeniya azad di vê berxwedanê de dibe jêderka îlhamê. Bi taybet sekna wêrek a Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz rê nîşanî têkoşîna jinên rojnameger dide. Em bi vê munasebetê Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz jî bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran 
 
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin 2
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 2
Rojnamegerên hatin binçavkirin 2
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayin 2
Rojnamegerên hatin girtin 1
Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin 1
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 2
 
Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran 
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 1
Cezayê pere yên hatine birîn 14.160
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 6 (Hejmara kesan):  9
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4'ê Çileya 2023'yan heta niha) 7
 
Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal 
 
Sîteyên hatine girtin 5
Nûçeyên hatine astengkirin 699
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 409
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî 
 
1. Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
2. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
3. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
4. Ozlem Seyhan – Rojnameger
5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
6. Selamet Turan – Rojnameger 
7. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê