ROJEVA 18'Ê MIDARA 2022'YAN 2022-11-18 09:00:00     *Jinên Şirnexê derbarê 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê axivîn û diyar kirin ku heke jin li her derê xwe bi rêxistin biki dê tu hêz nikaribe têkoşîna wan têk bibe. DÎMEN HEYE   *Midûra Karê Nivîsan a MA'yê  Dîren Yurtsever a li girtîgeha Jinana Sîncanê girtî ye diyar kir ku li dijî îşkenceya di bin çavan de  hêza Tirk li îradeya gelê Kurd qelibiye.   *Pervîn Buldan da zanîn ku ji bo jin tevli siyasetê bibin, li ser piyên xwe bisekinin, gotina xwe bêjin, rengê xwe diyar bikin, parastina xwe pêk bînin bedelên mezin didin û dema vê dikin jî hem bi lînça desthilatdariyê re hem bi zext û şîdetê re tên rû hev. Pervînê da zanîn ku tevî hemû êrîşan bêyî tavîzê bidin têdikoşin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê Pero Dundar da zanîn ku teqîna li Taksîmê kumpasa ji bo êrîşa li hember Rojava pêk hatiye û wiha daxuyand: "Bûyera li Stenbolê tam kumpas û komplo bû. Komployek amade kir û ev di destê wan de teqiya. Senaryo nivîsin lê şaş nivîsin." DÎMEN HEYE