ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 16 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*DMM’ê der barê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterî de biryara binpêkirinê da. Parêzer Ezgî Gungordu da zanîn ku di biryarê de der barê parlamenterên HDP’ê de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û ji Tirkiyeyê re gotiye ‘biryarê pêk bîne’. DÎMEN HEYE
 
*Midûra nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş ji girtîgeha Jinan a Amedê nivîsî û da zanîn ku wek jinên ku pênûsa wan hilgirtine serî natewînin û got: “Yên li pey rastiyê tu car nikarin bên bêdengkirin. JINNEWS ji jinan re dibe hêvî û jinên ji têkoşîna xwe tawîz nedan jî ji me re dibin hêvî.” DOSYA
 
*Jinan bikaranîna çekên kîmyewî û polîtîkayên şer nirxand û got divê ahlaqekî şer jî hebe lê di roja îro de şer ji ahlaq dûr in. Jinan got bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide her cureyê zindiyan. BI DÎMEN