ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-16 09:00:00     *DMM’ê der barê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterî de biryara binpêkirinê da. Parêzer Ezgî Gungordu da zanîn ku di biryarê de der barê parlamenterên HDP’ê de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û ji Tirkiyeyê re gotiye ‘biryarê pêk bîne’. DÎMEN HEYE   *Midûra nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş ji girtîgeha Jinan a Amedê nivîsî û da zanîn ku wek jinên ku pênûsa wan hilgirtine serî natewînin û got: “Yên li pey rastiyê tu car nikarin bên bêdengkirin. JINNEWS ji jinan re dibe hêvî û jinên ji têkoşîna xwe tawîz nedan jî ji me re dibin hêvî.” DOSYA   *Jinan bikaranîna çekên kîmyewî û polîtîkayên şer nirxand û got divê ahlaqekî şer jî hebe lê di roja îro de şer ji ahlaq dûr in. Jinan got bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide her cureyê zindiyan. BI DÎMEN