Li Atîna û Lîegeyê jinan piştgirî dan serhildana li Rojhilat û Îranê
- 09:16 29 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Atîna û Lîegeyê jinan piştgirî dan serhildana li Rojhilat û Îranê.
Li Lîegeyê, jinên Kurd, Fars û Belçîkî li pêşiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li hev civiyan û piştgirî dan serhildana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.
Ji bo silavkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpê kir, li bajarê Lîege yê Belçîkayê çalakiyek hate lidarxistin.
Jinên Kurd, Fars û Belçîkî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li qada stasyona Lîegeyê li hev kom bûn.
Jinan bi zimanên Fransî, Farsî û Kurdî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û bal kişandin ser zext û zordariya li Îranê.
Li Atînayê meşa ber bi Sefaretxaneya Bilind a Îranê
Kurdistaniyan bi beşdariya komên anarşîst li Atînayê meşek lidar xistin û polîtîkayên zordar ên dewleta Îranê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, li gel komên anarşîst li Atînayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Îranê ve meşiyan.
Li pêşiya Sefaretxaneya Bilind daxuyaniyek dan û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin. Her wiha piştgirî ji serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re hate dayin û polîtîkaya zordar a dewleta Îranê hate şermezarkirin.