Li Atîna û Lîegeyê jinan piştgirî dan serhildana li Rojhilat û Îranê 2022-09-29 09:16:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Atîna û Lîegeyê jinan piştgirî dan serhildana li Rojhilat û Îranê.    Li Lîegeyê, jinên Kurd, Fars û Belçîkî li pêşiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li hev civiyan û piştgirî dan serhildana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.   Ji bo silavkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpê kir, li bajarê Lîege yê Belçîkayê çalakiyek hate lidarxistin.   Jinên Kurd, Fars û Belçîkî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li qada stasyona Lîegeyê li hev kom bûn.   Jinan bi zimanên Fransî, Farsî û Kurdî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û bal kişandin ser zext û zordariya li Îranê.   Li Atînayê meşa ber bi Sefaretxaneya Bilind a Îranê   Kurdistaniyan bi beşdariya komên anarşîst li Atînayê meşek lidar xistin û polîtîkayên zordar ên dewleta Îranê şermezar kirin.   Kurdistaniyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, li gel komên anarşîst li Atînayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Îranê ve meşiyan.   Li pêşiya Sefaretxaneya Bilind daxuyaniyek dan û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin. Her wiha piştgirî ji serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re hate dayin û polîtîkaya zordar a dewleta Îranê hate şermezarkirin.