Mafê parastinê yê parêzerên Werîşe Muradî asteng kirin

  • 13:00 6 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna dûyemîn a doza derbarê Endama KJAR’ê Werîşe Muradî li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Di danişînê de mafê parastina devkî nedan Werîşe Muradî û parêzer jî hatin astengkirin.
 
Endama Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ku li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di 1’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyên hêzên Îranê ve hat girtin, piştî pêvajoya binçavkirinê ya dû hefteyan hat girtin.  
 
Dûyemîn danişîna Werîşe Muradî di 5’ê Cotmehê de li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya Dozger Abulqasem Salvati hat dîtin. Di kêliyên ku parêzerên Werîşe Muradî li hola dadgehê hatin rawestandin de, Abulqasem Salvati destûr neda ku parêzer parastinê bikin. Her wiha mafê parastina devkî jî nedan Werîşe Muradî. Werîşe Muradî ku mafê wê ye parastina devkî hat redkirin, parastina xwe bi niviskî kir.