Wê li Silêmanî ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê meş bê lidarxistin

  • 10:48 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
SILÊMANÎ - Dê welatiyên li Silêmanî ji bo Jîna Mahsa Emînî û piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê meşekê li dar bixin. 
  
Bi boneya piştgiriya ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wê xelkê Silêmaniyê meşekê li dar bixe.
 
Nerazîbûnên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî roj bi roj berfireh dibe. 12 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan e. Piştgiriya ji bo serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî her ku diçe mezin dibe.
 
Bi vê boneyê tê payîn li Silêmaniyê meşek girseyî were lidarxistin. Li gorî agahiyan wê di saet 16:00’an de li kolana Salim ya Silêmaniyê meşek were lidarxistin.
 
Di daxuyaniya li ser navê kesayet, hunermend û rewşenbîran hatî belavkirin de, banga tevlîbûna meşê li her kesê hate kirin.