Wê li Silêmanî ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê meş bê lidarxistin 2022-09-28 10:48:28     SILÊMANÎ - Dê welatiyên li Silêmanî ji bo Jîna Mahsa Emînî û piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê meşekê li dar bixin.     Bi boneya piştgiriya ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wê xelkê Silêmaniyê meşekê li dar bixe.   Nerazîbûnên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî roj bi roj berfireh dibe. 12 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan e. Piştgiriya ji bo serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî her ku diçe mezin dibe.   Bi vê boneyê tê payîn li Silêmaniyê meşek girseyî were lidarxistin. Li gorî agahiyan wê di saet 16:00’an de li kolana Salim ya Silêmaniyê meşek were lidarxistin.   Di daxuyaniya li ser navê kesayet, hunermend û rewşenbîran hatî belavkirin de, banga tevlîbûna meşê li her kesê hate kirin.