Her peyva Leyla Guven wekî sûc hat dîtin, 43 sal ceza hat xwestin

  • 15:33 7 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Meqama iddiayê ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" tê darizandin 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest. 
 
Rûniştina doza bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leylayê ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê Leylayê Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû. 
 
Meqama iddiayê mutaalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û her peyva Leylayê wekî sûc hesiband. Her wiha axaftinên Leylayê wekî propagandaya rêxistinê hat şîrovekirin. 
 
Meqama îddiayê ya dîmen û axaftinên Leylayê yên li ser medyaya dîjîtal wekî sûc hesiband ji bo Leylayê 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest. 
 
Leylayê da zanîn ku axaftina wê ya wergera wê ya kurdî şaş çêbûye û got ew ê parastina xwe di celseyeke din de bike. 
 
Parêzerê Leylayê, Serdar Çelebî ji bo parastinê dem xwest. 
 
Dadgeha xwesteka demê qebûl kir û rûniştin taloqî 17'ê Cotmehê hat kirin.