Her peyva Leyla Guven wekî sûc hat dîtin, 43 sal ceza hat xwestin 2022-09-07 15:33:18   AMED - Meqama iddiayê ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" tê darizandin 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest.    Rûniştina doza bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leylayê ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê Leylayê Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû.    Meqama iddiayê mutaalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û her peyva Leylayê wekî sûc hesiband. Her wiha axaftinên Leylayê wekî propagandaya rêxistinê hat şîrovekirin.    Meqama îddiayê ya dîmen û axaftinên Leylayê yên li ser medyaya dîjîtal wekî sûc hesiband ji bo Leylayê 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest.    Leylayê da zanîn ku axaftina wê ya wergera wê ya kurdî şaş çêbûye û got ew ê parastina xwe di celseyeke din de bike.    Parêzerê Leylayê, Serdar Çelebî ji bo parastinê dem xwest.    Dadgeha xwesteka demê qebûl kir û rûniştin taloqî 17'ê Cotmehê hat kirin.