Hunermendan bertek nîşanê qetilkirina jinan da: Em ê têbikoşin

  • 21:32 6 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL-Hunermendên jin der barê qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl de daxuyanî dan û diyar kirin ku wê jin ligel hev cih bigirin û çalakiyan pêk bînin.
 
Şanoger, nivîskar, muzîsyen, rewşenbîrên jin  der barê qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl û her wiha zêdebûna qetilkirina jinan de li Ber Mala Çan dû Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Endama însiyatîfa Jİ bo Azadiyê Huner Sevînç Koçak axivî.
 
Sevînçê da zanîn ku qetilkirinên jinan polîtîkin û got: “Gumanbar hêza xwe ji desthilatdariyê digirin. Gotinên desthilatdariyê destê gumanbaran xurt dike. lê em jin bi hev re xurtin û emê ligel hev cih bigirin û têbikoşin. Em ê her tim di çalakiyan de bin û li kolanan bin. Bijî piştevaniya jinan.”