Bi Pêngava Mirovî û Ewlehiyê jineke Êzidî hat rizgarkirin
- 13:32 3 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja 9’an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, 33 cihên perwerdeyê yên şaneyên DAIŞ’ê hatine rakirin û jineke Êzidî hate rizgarkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9’an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
”Di çarçoveya xebatên lêgerîn û lêkolînê de hêzên me di roja 9’emîn de 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin û 33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, rakirin.
Her wiha hêzên me jineke Êzidî jî dît ku çeteyên DAIŞ’ê gef li wê xwaribûn ku tiştekî nebêje û di nava malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bimîne.”