Bi Pêngava Mirovî û Ewlehiyê jineke Êzidî hat rizgarkirin 2022-09-03 13:32:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja 9’an a Pêngava  Mirovî û Ewlehiyê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, 33 cihên perwerdeyê yên şaneyên DAIŞ’ê hatine rakirin û jineke Êzidî hate rizgarkirin.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9’an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.   Di daxuyaniyê de hate gotin:   ”Di çarçoveya xebatên lêgerîn û lêkolînê de hêzên me di roja 9’emîn de 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin û 33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, rakirin.   Her wiha hêzên me jineke Êzidî jî dît ku çeteyên DAIŞ’ê gef li wê xwaribûn ku tiştekî nebêje û di nava malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bimîne.”