100 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan

  • 13:11 2 Îlon 2022
  • Rojane
STENBOL - 100 Kesên ku dixwestin bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Polîsan li Kadikoyê mudaxileyê li girseya ku dixwest bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî bide kir û di nava wan de Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan jî hebûn 100 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatine girtin birin Midûriyeta Polîsan û piştî karûbarên îfadeyan qediyan tev hatin berdan.
 
Îşkence hat kirin
 
Li aliyê din hat zanîn ku polîsan di binçavan de îşkence li kesekî kirine û ew kes jî rapora derbkirinê stendiye. Hat destnîşankirin ku parêzer dê ji bo kesê ku hatiye derbkirin gilî bikin.