100 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2022-09-02 13:11:17   STENBOL - 100 Kesên ku dixwestin bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Polîsan li Kadikoyê mudaxileyê li girseya ku dixwest bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî bide kir û di nava wan de Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan jî hebûn 100 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatine girtin birin Midûriyeta Polîsan û piştî karûbarên îfadeyan qediyan tev hatin berdan.   Îşkence hat kirin   Li aliyê din hat zanîn ku polîsan di binçavan de îşkence li kesekî kirine û ew kes jî rapora derbkirinê stendiye. Hat destnîşankirin ku parêzer dê ji bo kesê ku hatiye derbkirin gilî bikin.