Êrişê Til Rifetê kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
- 12:32 24 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke xwekuj a dewleta Tirk navenda bajarê Til Rifet ê kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Ajansa ANHA'yê balafireke xwekuj a girêdayî dewleta Tirk navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 7 welatî birîndar bûn û 2 kes jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan welatiyê bi navê Reşîd Elîko (28) jiyana xwe ji dest daye û nasnameya din jî hêj nayê zanîn.
Navên birîndaran jî wiha ne:
* Hisên Murad Qerokî (13)
* Fatima Osman Mamo (21)
* Menan Reşîd Hisên (57)
* Egîd Fexrî Şêxo (32)
* Semîr Ebdulqadir Reşo (31)
* Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)