Êrişê Til Rifetê kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-08-24 12:32:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke xwekuj a dewleta Tirk navenda bajarê Til Rifet ê kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.   Li gorî agahiyên Ajansa ANHA'yê balafireke xwekuj a girêdayî dewleta Tirk navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 7 welatî birîndar bûn û 2  kes jî jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî agahiyan welatiyê bi navê Reşîd Elîko (28) jiyana xwe ji dest daye û nasnameya din jî hêj nayê zanîn.   Navên birîndaran jî wiha ne:   * Hisên Murad Qerokî (13)   * Fatima Osman Mamo (21)   * Menan Reşîd Hisên (57)   * Egîd Fexrî Şêxo (32)   * Semîr Ebdulqadir Reşo (31)   * Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)