Pervîn Buldan li Geverê serdana esnafan kir

  • 12:47 20 Tebax 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Geverê serdana esnafan kir. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bi boneya serdana xelkê û esnafan bike çû bajarê Colemêrgê.
 
Pervîn, li Balafirgeha Selahattîn Eyyubî ya Geverê hat pêşwazîkirin û bi karwanek wesayîtan derbasî navenda navçeya Geverê bû. Pervîn bi germahî û kêfxweşiya xelkê navçeyê hat pêşwazîkirin. Pervîn li navçeyê serdana esnafan kir û li pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Pervîn pişt re derbasî avahiya partiya xwe ya Geverê bû. 
 
Pervîn paşê derbasî navenda Colemêrgê bû. Pervîn dê li bajêr serdana esnafan bike û pişt re jî li Qada Azadiyê xîtabî gel bike.