Pervîn Buldan li Geverê serdana esnafan kir 2022-08-20 12:47:43   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Geverê serdana esnafan kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bi boneya serdana xelkê û esnafan bike çû bajarê Colemêrgê.   Pervîn, li Balafirgeha Selahattîn Eyyubî ya Geverê hat pêşwazîkirin û bi karwanek wesayîtan derbasî navenda navçeya Geverê bû. Pervîn bi germahî û kêfxweşiya xelkê navçeyê hat pêşwazîkirin. Pervîn li navçeyê serdana esnafan kir û li pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Pervîn pişt re derbasî avahiya partiya xwe ya Geverê bû.    Pervîn paşê derbasî navenda Colemêrgê bû. Pervîn dê li bajêr serdana esnafan bike û pişt re jî li Qada Azadiyê xîtabî gel bike.