Li Hezexê serdana esnafan
- 18:31 18 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Rêveberiyên Heremî yê HDP, bi minasebeta salvegera tayinkirina qeyûman li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana esnafan kir.
Rêveberiyêm Heremî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta salvegera tayinkirina qeyûman li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana esnafan kir. Parlementerên HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Rêxistina HDP’yê Bajarê Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER beşdarî serdanan bûn.
Di serdanê de polîsan xwest girseyî asteng bikin lê girseyî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê li dijî zextan çok danaynin”, “Hezex ya me ye” berz kirin û meşiyan.
Di serdanê de talankirina qeyûman hat şermezarkirin. Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, destnîşan kir ku zîhnyeta qeyûmê zîhniyeta rûxandinê ye û got: “Bi tayînkirina qeyûman vîna vî gelê nayê xesp kirin. Em hertim ligel gelê xwe bin û gelê Hezexê xwedî li vîna derdikeve.”