Li Hezexê serdana esnafan 2022-08-18 18:31:37     ŞIRNEX - Rêveberiyên Heremî yê HDP,  bi minasebeta salvegera tayinkirina qeyûman li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana esnafan  kir.   Rêveberiyêm Heremî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta salvegera tayinkirina qeyûman li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana esnafan kir. Parlementerên HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Rêxistina HDP’yê Bajarê Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER beşdarî serdanan bûn.   Di serdanê de polîsan xwest girseyî asteng bikin lê girseyî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê li dijî zextan çok danaynin”, “Hezex ya me ye” berz kirin û meşiyan.   Di serdanê de talankirina qeyûman hat şermezarkirin.  Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, destnîşan kir ku zîhnyeta qeyûmê zîhniyeta rûxandinê ye û got: “Bi tayînkirina qeyûman vîna vî gelê nayê xesp kirin. Em hertim ligel gelê xwe bin û gelê Hezexê xwedî li vîna derdikeve.”