Girtiya 80 salî Makbule Ozer rakirin nexweşxaneyê
- 14:11 2 Tebax 2022
- Rojane
WAN - Makbule Ozer a 80 salî ku 83 roj in li Wanê girtî ye, bi gumana nexweşiya Covîd-19’ê rakirin nexweşxaneyê.
Makbule Ozer tevî hevjînê xwe Hadî Ozer di 10'ê gulana 2022'yan de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistina terorê ye’ hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Makbuleya ku tevî hemû serlêdanên parêzeran nehat berdan, vê carê bi gumana ku bi vîrûsa Covîd-19'ê ketiye, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê.
Tedawiya Makbuleyê li nexweşxaneyê didome.