Cezayê girtîgehê li rojnamevana kurd hat birîn

  • 12:25 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor malbata rojnamevan Jîna Muderês Gorcî ragihandî ku Dadgeha Îstînafê ya li bajarê Sine, bi tometa ‘alîkariya komên muxalîf’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê girtîgehê li keça wan biriye.
 
Malbata Rojnamevan û çalakvana mafê jinan Jîna Muderês Gorcî di hevpeyvînekê de têkildarî rewşa keça xwe agahiyan parvekirin. Malbata Jîna diyar kir ku keça wan ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya li bajarê Sine ve, bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku cezayê wê, roja çarşemê ji aliyê şaxa çarem a Dadgeha Îstînafê ya Sine ve hat dayîn û ji parêzer re hat ragihandin.
 
Malbata Jîna diyar kir ku keça wan bi tometa ‘alîkariya komên muxalîf’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatiye cezakirin.
 
Hêjayî gotinêye ku di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li ser Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderês Gorcî, 10 heta 21 sal cezayê girtîgehê sepand. Beriya niha jî di dema xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin. Heta niha gelek caran rûniştina dozê hate lidarxistin û cezayê wê hate nûkirin.