Girtiya 80 salî Makbule Ozer rakirin nexweşxaneyê 2022-08-02 14:11:37   WAN - Makbule Ozer a 80 salî ku 83 roj in li Wanê girtî ye, bi gumana nexweşiya Covîd-19’ê rakirin nexweşxaneyê.   Makbule Ozer tevî hevjînê xwe Hadî Ozer di 10'ê gulana 2022'yan de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistina terorê ye’ hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Makbuleya ku tevî hemû serlêdanên parêzeran nehat berdan, vê carê bi gumana ku bi vîrûsa Covîd-19'ê ketiye, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê.   Tedawiya Makbuleyê li nexweşxaneyê didome.