Di bin kontrola polîsan de li pêşiya avahiya HDP’ê provokasyon
- 13:15 29 Tîrmeh 2022
- Rojane
AMED - Celîl Begtaş ê ku bi fermana desthilatdariyê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ye, vê carê li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê provokasyon kir.
Celîl Begtaş bi fermana Wezareta Karên Navxweyî demeke dirêj e li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Amedê ye. Celîl Begtaş berê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê provokasyon dikir vê carê çû pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ya Yenîşehîrê û heqaret kir.
HDP’yiyan nerazîbûn nîşanî Celîl Begdaş dan. Celîl Begdaş di bin kontrola polîsan de heqaretên xwe domand û polîsan ew neda sekinandin. Dema ku mirovan nerazîbûn nîşan dan jî polîsan êrîşî gel kir.
Polîs hê jî li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ne. Ji ber nerazîbûna HDP’yî û esnafan, Celîl Begdaş ji qadê hate dûrxistin.