Di bin kontrola polîsan de li pêşiya avahiya HDP’ê provokasyon 2022-07-29 13:15:52     AMED - Celîl Begtaş ê ku bi fermana desthilatdariyê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ye, vê carê li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê provokasyon kir.   Celîl Begtaş bi fermana Wezareta Karên Navxweyî demeke dirêj e li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Amedê ye. Celîl Begtaş berê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê provokasyon dikir vê carê çû pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ya Yenîşehîrê û heqaret kir.   HDP’yiyan nerazîbûn nîşanî Celîl Begdaş dan. Celîl Begdaş di bin kontrola polîsan de heqaretên xwe domand û polîsan ew neda sekinandin. Dema ku mirovan nerazîbûn nîşan dan jî polîsan êrîşî gel kir.   Polîs hê jî li pêşiya buroya têkiliyê ya HDP’ê ne. Ji ber nerazîbûna HDP’yî û esnafan, Celîl Begdaş ji qadê hate dûrxistin.