DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar

  • 12:27 19 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava DBP'ê wiha got:"Ev pergala ku li ser hîmên demokratîk, jiyana hevpar û wekheviyê hatiye avakirin, bi parastina azadiya gelan, ciwan komên oli û bi taybetî jî bi têkoşîna jinan a bêhempa ya ku barekî giran dane ser milê xwe û giringiya rola jinan a di civakê de qewî kirine, ji bo gelên bindest û pir çandî jî bûye modeleke girîng."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava daxuyaniya nivîskî da. DBP'ê di daxuyaniyê de wiha got:"Li dijî van pêkanînan em weke DBP'ê bang li partî, sazîyên Kurdî û gelê xwe dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî li destkeftiyên Kurdan derkevin, hêviya avakirina yekîtiya neteweyî xurt bikin û Şoreşa Rojava biparêzin û em bang li raya giştî ya navneteweyî, hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê dengê aşitiyê bilind bikin û bibin hevkarê rêya çareseriyê."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
"Şoreşa Rojava bi rêya sêyemîn ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
 
Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku di sala 2011'an de dest pê kir 11 sal derbas bûn. Di van salan de ji aliyekî ve polîtîkayên înkarkirinê yê rejîma BAAS'ê ya ku tu mafên demokratîk ê Gelê Kurd û gelê din nas nedikir li aliyê din zext û zordariya  komên cîhadî yên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Ev pêkhatin rê li ber çareseriya pirsgirêkê gelan digirt û hêviya aramiyê têk bir.
 
Şoreşa Rojava ya ku li ser esasên avakirina xweseriya demokratîk di 19 Tîrmeha sala 2012'an dest pê kir, li dijî polîtîkayên yekperest û înkarkirinê yên rejîma Baasê û êrîşên komên cihadî yên hovane îro bi pêşengiya Gelê Kur ji bo Ermen, Ereb, Suryan û Tirkmenan bûye hêviya azadiyê. Ev pergala ku li ser hîmên demokratîk, jiyana hevpar û wekheviyê hatiye avakirin, bi parastina azadiya gelan, ciwan komên oli û bi taybetî jî bi têkoşîna jinan a bêhempa ya ku barekî giran dane ser milê xwe û giringiya rola jinan a di civakê de qewî kirine, ji bo gelên bindest û pir çandî jî bûye modeleke girîng. Ji ber vê yekê ye ku hêzên emperyalist, netew-dewletên ku li dijî ziman, çand û olên cuda polîtîkayên yekperest diparêzên êrîşê Rojava dikin ku yek ji wan jî dewleta tirkiy e.
 
Weke ku tê zanîn li Kobenê şerekî dijwar qewimî, di vî şerê ku li dijî êrîşên DAÎŞ'ê pêk hat de Kurdên li çar aliyê cîhanê bi yek dilî xwedî li Kobanê derketin. Ev yek hêviya avakirina yekîtiya neteweyî xurt kir û sînorên ku di nav Kurdan de hatiye avakirin ser û bin kir. Têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd bala raya giştî ya cîhanê kişand û rê li ber hevgirtin piştgirî têkoşîneke enternasyonel vekir. Piştî têkçûyina DAÎŞ'ê Kobanê bi serkeftina xwe îro bûye sembola şoreşa Rojava, ên ku hêvî dikirin ku Kobanê bikeve îro bi têkçûyinê re rû bi rû ne. Lewma hikûmeta AKP-MHP'ê û şirîkê wan bi êrişan hewl didin ku şoreşa Rojava têk bibin. Di encama van êrîşan de Efrîn, Serêkanî û Girêspî bi destûra hêzên navneteweyî û komên cîhadî hatin dagirkirin, bi hezaran kes hatin kuştin, demografî hate guhertin, bi sed hezaran kes bi koçberiyê re rû bi rû man, cih û warên  dîrokî hatin talankirin.
 
Li dijî van pêkanînan em weke DBP'ê bang li partî, sazîyên Kurdî û gelê xwe dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî li destkeftiyên Kurdan derkevin, hêviya avakirina yekîtiya neteweyî xurt bikin û Şoreşa Rojava biparêzin û em bang li raya giştî ya navneteweyî, hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê dengê aşitiyê bilind bikin û bibin hevkarê rêya çareseriyê. Bi vê minasebetê em 10'mîn salvegera Şoreşa Rojava ya ku bi rêya sêyemîn ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar, wekhev û azad slav dikin û em ê li ser vê bingehê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi biryar bidomînin.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk."